Di xwepêsandanên Îranê de 28 zarok hatine kustin

11 October 2022 20:40 0 dîtin
Di xwepêsandanên Îranê de 28 zarok hatine kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku heta niha di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, 28 zarok ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Li gorî amarên Encûmena Piştevanîya Mafê Zarokan ya Îranê belav kirine, di xwepêşandanên seranserî yên Îranê de, heta niha 28 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Hatiye diyarkirin ku piraniya zarokên ku hatinê kuştin jî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ne.

Herwiha hatiye destnîşan kirin ku hêzên rejîma Îranê bêyî berçavgirtina temenê wan zarokan bi tunditîjî û kiriyarên hovane destwerdan kirine û tevî kuştina wan beşek zêde ji wan jî binçav kirine û di cihên nebaş de ew ragirtine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 25 roj in berdewam dikin. Li gorî çavkaniyan tenê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 31 welatî bi sedema gulebarana rasterast a hêzên rejîmê hatine kuştin ku temenê 4 kesan di bin 18 saliyê de ye.