Di xwepêsandanên Jîna Emînî de ji hêzên asayîsê 3 kes hatin kustin

18 November 2022 02:39 0 dîtin
Di xwepêsandanên Jîna Emînî de ji hêzên asayîsê 3 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsê Tehranê de, 2 mehe ku xwepêşandanên li Îranê û rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Li gor ragihandina parêzgerê bajarê Meşhedê Muhsin Dawerî ku ji ajansa Tesnimê re gotiye; duhî, di dema xwepêşandanan de kesekî bi kêrê êrîşê hêzên asayîşê kiriye. Li gor Dawerî di êrîşê de ji hêzên artêşê ji Besicê Danyal Huseyinzade û Huseyin Zainalzade mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

Li Kurdistanê jî di xwepêşandana li bajarê Sine de, di êrîşa çalakvanekî de yarbayê bi navê Hasan Yusufi hatiye kuştin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heya niha li dora 350 çalakvan hatine kuştin. Li gor medya Îranê heya niha ji hêzên asayîşa Îranê 50 kes mirine.