Yekem car xwepêsanderekî di xwepêsandanên Jîna Emînî de hate darvekirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di hefteyên borî de li ser xwepêşandanên ku piştî mirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kiribûn, kesekî ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, hatiye îdamkirin.
Xwenîşanderê bi navê Muhsîn Şikarî, roja 20 Mijdarê ji aliyê dadgeha Şoreşê ve bi tohmeta ku “bi çeka sar gef li welatiyan xwariye û pasdarek birîndar kiriye” di xwepêşandanên Tehranê de, bi îdamê hat mehkûmkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mîzan a ser bi Dezgeha Dadwerî ya Îranê, di meha Cotmehê de li kolana Settar Xan a Tehranê di xwepêşandanan de xwepêşander Muhsîn Şikarî ku bi îddiaya “bi çekên sar gef li welatiyan xwar û pasewanek birîndar kir” û ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, îro danê sibê hat îdamkirin.
Di meqaleyê de hat gotin ku kesê îdamkirî di 20ê Mijdarê de bi tohmeta “hilgirtina çekan, rêgirtinê, rawestandina wesayîtan, binpêkirina ewlehiyê, şerê bi hêzên milîs (Besic), birîndarkirina pasewanekî, şerê li dijî dewletê” hatiye îdamkirin. Hat destnîşankirin ku ew mehkûm bûye û paşê cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin.
Muhsîn Şikarî bû yekem xwenîşanderê ku ji ber xwepêşandanên Jîna Emînî li Îranê hat îdamkirin.
Têkildarî xwepêşandanên ku ev nêzî 3 meh in li welêt dewam dikin, heta niha 11 kes bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin. Cezayên îdamê yên ji aliyê Dadgehên Şoreşê ve tên dayîn, divê ji aliyê Dadgeha Bilind ve bên erêkirin. Serokê Dezgeha Dadweriyê Gulam Husên Muhsînî Ejeyî di 6ê Kanûnê de diyar kiribû, cezayên hin kesên ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn hatiye erêkirin û di demeke nêz de dê bên îdamkirin.
Li gorî Qanûna Cezayê ya Îranê, kesên ku sûcên wekî “xerakirina nîzama giştî, xirabkirina erdê û şerê li dijî dewletê” dikin, bi cezayê darvekirinê tên darizandin.
Jina Kurd a bi navê Jîna Emînî ya 22 salî piştî ku li Tehranê ji aliyê dewriyeyên Îrşad ên bi navê “Polîsê Exlaqê” ve hatibû binçavkirin, jiyana xwe ji dest da û li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan destpê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin