Ji bo 'Çil Rojiya Jîna Emînî' banga xwepêsandanên seranserî hat kirin
PeyamaKurd – Xwepêşandanên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ku piştî lêdana polîsên exlaqê li Tehranê 16ê Îlonê can dabû, berdewam dikin.
Komîteya seranserî ya xwandekarên Kurdistanê jî ji bo çil rojiya kuştina Jîna Emînî bi daxuyaniyekê bangewazî kir ku çil roj berxwedaniya xelkê li dijî rejîmê berdewam bikin.
Xwendekaran daxwaz ji xwandekar û mamosteyan kiriye ku polên xwandingeh û zanîngehan baykot bikin û di meydan û cihên sereke yên bajaran de bi diruşmên; “mirin Bo dîktator, jin jiyan azadî, Jîna remza serkeftina me ye” amadehiyê bikin.
Li aliyê din xwepêşandanên dijî rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketine hefteya şeşan û şeva borî jî li bajarên wek Sine, Mahabad, Kirmaşan, Tehran û Tewrêz xwepêşandan hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye, di rojên borî de bi belavkirina hêzeke zêde ya rejîma Îranê re xwestibûn xelkê bitirsînin û ji kolanan dûr bixin, lê şevê din car din xelk derketin derve û protestoyên xwe berdewam kirin ku tê çaverêkirin îşev jî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên Kirmaşan, Merîwan, Bokan û Mahabadê çalakiyên dijî rejîmê bidomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin