Xwepêsandanên dijî kustina Jîna Emînî: Bajarê Sino hat azadkirin
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê xwepêşandanên dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî berdewam in û welatiyan li gelek bajaran zerarên gelek mezin gîhandin hêzên rejîmê û di encama xwepêşandanan de bajarê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye azadkirin.
Li gor zanyariyan, di vê çarçoveyê de 24 seat e bajarê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê ku yek ji bajarên steratejîk ê Rojhilat e û ji bo rejîmê xwedan girîngiyeke taybet e, ji aliyê welatiyê bajêr ve hatiye azadkirin.
Herwiha zaniyariyên berdest destnîşan dikin, welatiyê Şino tevahiya îdareyên fermî yên rejîmê li bajêr kontrol kirine û hêzên rejîmê jî ji tirsa welatiyan ji bajêr derketine û reviyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin