Koska Spî li ser kustina Jîna Emînî: Divê Tehran tundîtûjiya li dijî jinan rawestîne

20 September 2022 09:29 0 dîtin
Koska Spî li ser kustina Jîna Emînî: Divê Tehran tundîtûjiya li dijî jinan rawestîne

PeyamaKurd – Koşka Spî di derbarê kuştina Jîna Emînî daxuyaniyek belav kir û got, divê Tehran tundîtûjiya li dijî jinan rawestîne.

Koşka Spî do Duşemê 19ê Îlona 2022yan, helwesta xwe li ser kuştina Jîna Emînî eşkere kir û got, bûyera kuştina Jîna Emînî karesat e.

Herwiha Koşka Spî kuştina Jîna Emînî weke binpêkirina eşkere ya mafên mirova wesif kiriye û destnîşan kiriye, divê Tehran tundîtûjiya li dijî azadiyên sereke, rawestîne.

Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du saetan ji ber îşkencedanê ew rakirin nexweşxaneyê û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê can da.