Dibe mudaxeleya Sûriyê bikin

09 April 2018 18:28 0 dîtin
Dibe mudaxeleya Sûriyê bikin

PeyamaKurd- Piştî Sûri li herêma Dûmayê ya Sûriyê çekên kîmyewî bikaranî, peyamek jî ji Pentagonê hat belavkirin. Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mattis ragihand ku mudaxeleya bi Sûriyê, ne di derveyê îhtîmalan de ye.

James Mattis berya bi Emîrê Qatarê bi Tamîm bin Hamad el Saniye re civîn bike, peyamek da rojnamevanan. Mattis got dibe ku mudaxeleya leşkerî bo ser Sûriyê bêkirin. Li ser mijara erîşên bi çekên kîmyewî Mattis weha got:

“Rûsya di derxistina derve yên çekên kîmyewî de garantor bû lê çima heya niha çekên kîmyewî tên bikaranîn? Divê em pêşî li wê binêrin. Ji ber wê hevkarên me yên NATOyê weke Qatar û hevakarên me yên li ciyên din, em bi wan re dixebitin û em ê li ser babetê rawestin.”

Brîtanya radigihîne ku berpirsên vê mijarê ew in yên ku piştgiriya Sûriyê dikin