Îran: “Dibe ku em hebûna xwe ya li Sûriyê kêm bikin!”
PeyamaKurd- Îran ji bo hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyê, wê hinek gavan nû bavêje. Heke li Sûriyê hinekî aramî pêk were, Îran wê hebûna xwe li Sûriyê kêm bike.
Di derbarê mijarê de Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî daxuyaniyek da. Qasimî wiha got: “Hêzên Îranê li ser daxwaza Şamê niha li Sûriyê dimînin. Lê belê heke li sûriyê hinekî aramî çêbibe, an jî hebûna terorê bi dawî bibe, wî wextî em jî dikarin hêza xwe ya li wir kêm bikin an jî bi dawî bikin.”
Qasimî got ku ji bo ku berjewendiyên Siûdî Erebîstan û Îranê werin parastin, ofîsek wê were avakirin û tevî Siûdiyê, bi hemî dewletên herêmê re em dikarin muzakereyan bikin.
Ji destpêka şerê Sûriyê ve, Îran piştgiriyê dide Rejîma Şamê. Amerîka û Îsraîl jî li dijî hebûna Îranê ya li Sûriyê ye. Îsraîl dibêje hêzên Îranî li Sûriyê dagirker in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin