Lavrov: Dixwazin li ser axa Sûriyê Îran û Îsraîl ser bikin

25 June 2019 01:07 0 dîtin
Lavrov: Dixwazin li ser axa Sûriyê Îran û Îsraîl ser bikin

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov, wezîrê bergiriyê Sergey Şoygu, wezîrê karên derve yê Misrê Semîh Şukrî û wezîrê bergiriyê yê Misrê Muhammed Zekî, bi formula 2+2 li Moskovayê hatin cem hev. Piştî hevdîtinê Lavrov bo çapemeniyê weha ragihand:

“Hewlên ku dixwazin axa Sûriyê bibe meydana şerê Îran û Îsraîlê, krîzê zêdetir dike.”

Lavrov, di  civîna çapemeniyê de behsa Sûriyê û Kendava Basraye kir û siyaseta Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê şirove kir û weha got:

“Li herêmekî li dijî dewletekî têkoşîn bê dayîn, wê dewletê dorpêç bikî û bê li ser bûyerekî lêkolînê bikî, wê dewletê sûcdar bikî, tişteka xerabe. Ev siyaset, siyaseteka hilberîner nîne.”

Lavrov, ragihand ku ew destekê didin ewlekariya Kendava Basrayê û destekê dide diyaloga navbera Îranê û dewletên Ereb.