Dijeterora Kurdistanê: Pêsmergeyek sehîd bû

24 March 2023 11:32 0 dîtin
Dijeterora Kurdistanê: Pêsmergeyek sehîd bû

PeyamaKurd – Dijeterora Kurdistanê diyar kir, Pêşmergeyek ji bo komkirina geyayan berê xwe da çiya, lê mînek pê de teqîna û jiyana xwe ji dest da.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de da zanîn, Pêşmerge Xelat Ehmed Ebdullah dema bi armanca komkirina geyayan li çiyayê Mûsaka li devera Mazûrî Bala bû, mînek pê de teqiya û di encamê de şehîd dibe.

Herwiha Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: “Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîd Xelat re dixwazin, ji Xwedêyê mezin daxwaz dikin ku giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebrê û aramiyê bide her aliyekî.”