Diyarbekir | Hiqûqnasan bertek ji dîmena îskenceya ciwanê Kurd re nîsan da
PeyamaKurd - Şêwirmendê Parlamentarê MHPê Olcay Kilavuz, Emre Soylu li ser hesabê xwe yê twitterê dîmenên îşkenceya li ciwanê ku bi tohmeta kuştina polîsê doh li navçeya Rezan a Diyarbekirê hatiye girtin, belav kir.
Piştî belavkirina dîmena îşkenceyê li ser medya civakî, gelek bertek ji aliyê sazî û rêxistinên mafên mirovan û hiquqnasan ve hatin nîşandin û hat gotin, divê kesên ku tawanbar bin, ne bi îşkenceyê li ber dadgehê werin sizadan.
Di wêneyê hatiye belavkirin de, xortê bi navê M.E.C. ku bi sedema kuştina polîs hatiye desteserkirin, li navenda emniyeta Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve hatiye tazîkirin û îşkence lê tê kirin.
Şêwirmendê Parlamentarê MHPê Soylu, li ser wêneyê belav kiriye jî dibêje, “Xayîn, di bin baskê bi şefkat ê emniyeta Diyarbekirê de ye.”
Sazî û komeleyên hiqûqnasan li ser dîmena îşkenceyê dibêjin, nabe ku hêzên ewlekariyê bi hesta tolhildanê tevbigerin û divê ji bo vê kiryara nemirovî lêpirsîn bê destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin