Dizeyi: Bergeha dîplomasiya pêwendiyên Herêma Kurdistanê berfirehtir bûye

01 February 2024 20:43 0 dîtin
Dizeyi: Bergeha dîplomasiya pêwendiyên Herêma Kurdistanê berfirehtir bûye

PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser konferansa nûneratiyên Herêma Kurdistanê yên derveyî welat daxuyanî dan. Dizeyî bal kişand ser berfirehbûna pêwendiyên dîplomatîk ên navdewletî yên Herêma Kurdistanê û got: “Bergeha pêwendiyên Herêma Kurdistanê berfirehtir bûye.”

Dizeyî bal kişand ser ku di roja duyemîn a konferansa nûnertiyên Herêma Kurdistanê de, civîneke girtî hatiye lidarxistin û nûneran raporên xwe pêşkêş kirine û li ser çend mijarên girîng gotûbêj hatine kirin.

Diyar ji K24ê re daye xuyakirin, “Mijara herî girîng a ku me gotûbêj kiribû ew bû ku em ê di paşerojê de çawa kar bikin. Herwiha me behsa wê yekê jî kir ku di vê demê de em ê çawa bikarin teknolojiyê bikar bînin, da ku sûdeke zêde jê werbigirin, ji bo vê mebestê me serdana Ofîsa Teknolojiyê û Ragihandinê kir.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Bergeha p^dwendiyên Herêma Kurdistanê berfirehtir bûye û karên wan li ser bingeh û nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin.”

Dizeyî da zanîn, şandên biyanî bi berdewamî serdana Herêma Kurdistanê dikin û danûstandinên aborî jî yek ji wan karên sereke ye ku ew dixwazin veberhêneran zêdetir bikşînin Herêma Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye, roja 28.01.2024an bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 3. Konferansa Nûnertiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hatibû lidarxistin.