DMME: Besdariya cenazeyên PKKyîyan mafê azadiya derbirinê ye

20 November 2019 15:52 0 dîtin
DMME: Besdariya cenazeyên PKKyîyan mafê azadiya derbirinê ye

PeyamaKurd- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta niha li ser gelek kesan ji ber beşdariya cenazeyên şervanên PKKê doz hatine vekirin, hatine girtin û dadgehkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana şaredarê berê yê Batmanê Necdet Atalay ku ji ber beşdariya cenazeyekî 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, biryar da ku beşdariya cenazeyên PKKyîyan dikeve nav çarçoveya mafê azadiya derbirinê û nabe kesên beşdar bûne werin cezakirin.

Dadgehên Tirkiyê beşdarbûna cenazeyan wekî propagandaya PKKê û endamtiya rêxistinê dinirxîne û cezayan dide.

Biryara DMMEyê wekî biryareke emsal e ku herwiha ji ber binpêkirina mafê azadiya derbirinê cezayê 5 hezar euro madî û 2 hezar euro jî manewî li Tirkiyê hatiye birîn.

Dadgeha Diyarbekirê bi hinceta beşdariya cenazayê PKKyîyan 11ê Adara 2008an 10 meh ceza li Nejdet Atalay birîbû û hatibû girtin.