DMMEyê ji bo doza Denîz Nakî û Amedsporê ceza da Tirkiyê
PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana futbolîzê berê yê Amedsporê ku ji aliyê federasyona Tirkiyê ya Futbolê ve hatibû cezakirin û ji futbolê hatibû menkirin biryar da.
DMMEyê îro 18ê Gulanê biryar da ku mafê Denîz Nakî yên darizandina adil û mafê wî yê derbirina azadiya ramanê hatiye binpêkirin.
Herwiha dadgehê heman biryar ji bo Cîgirê Serokê berê yê tîma Galatasaray Sedat Dogan, hakem Îbrahîm Tokmak jî da û xwest bên qerebûkirin.
Li gorî biryarê divê Tirkiye 6,058 euroyan bide Denîz Nakî û klûba Amedsporê. Herwiha ji bo zirara Denîz Nakî 2 hezar euroyan û ji bo tîma wî jî pêwîste 6 hezar euroyan bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin