Doktorê Çînî mikur hat: Rayedarên Wuhanê agahiyên rast nedan!

18 May 2020 00:50 0 dîtin
Doktorê Çînî mikur hat: Rayedarên Wuhanê agahiyên rast nedan!

PeyamaKurd – Şêwirmendê tenuduristiyê di hikûmeta Çînê de, Dr Zhong Nanshan mikur hat ku rayedarên Çînê dema vîrusa koronayê li Wuhanê derketiye agahiyên tendurist û rast nedane.

Bi taybet li ser tawanbariyên Amerîkayê ku dibêje, ‘Çînê bi qest pêşî li vîrusê negirtiye’, Dr Zhong Nanshan jî got, rayedarên Çînê yên li Wuhanê destpêka vîrusê agahiyên rast û tendurist nedan.

Dr. Nanshan dibêje, li xweşa wan rayedarên Wuhanê neçûye ku rastiyan bêjin û diyar dike, “Hîn destpêkê xwe bêdeng kirin û bi ya min wê dema bêdengiyê gelek haletên Covid-19 hebûn.”

Dr. Zhong Nanshan, wekî zanyarekî serkeftî yê Çînê yê lehengê kontrolkirina vîrusa SARSê tê naskirin.