Doktorê Çînî tarîxa nemana vîrûsa korona da

13 March 2020 22:01 0 dîtin
Doktorê Çînî tarîxa nemana vîrûsa korona da

PeyamaKurd – Doktorê Çînî Dr. Zhong Nanshan ku vîrûsa SARS a 18 sal berê tesbît kiribû radigihîne ku ew çaverê dike di meha Hezîran a îsal de Covid-19 nemîne.

Li gorî nûçeya Reutersê doktor Nanshan gotiye, ew li bendê ne meha Hezîranê bi ser de biçe û destnîşan dike, li ser nexweşan diyardeyên dubarekirina enfeksiyonê  wê nexweşînê bi rêjeyeke gelekî kêm in.

Doktor Zhong Nanshan ku bi xwe sala 2002yan navê vîrûsa SARSê danîbû, di navbera salên 2005-2009an de jî wekî Serokê Komîsyona Tenduristiya Niştîmanî ya Çînê kar kiriye.