Pispora Çînî: Vîrûsa Koronayê li taqîgeheke Wuhanê hatiye çêkirin

12 September 2020 14:13 0 dîtin
Pispora Çînî: Vîrûsa Koronayê li taqîgeheke Wuhanê hatiye çêkirin

PeyamaKurd - Dr. Li-Meng Yan, pispora Çînî ya berê gotibû vîrûsa Koronayê ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, niha li ser vê mijarê zanyariyên nû da û go: ‘‘Çîn berî belavbûna vîrûsa koronayê hemû rastiyan dizanîbû.’’

Dr. Li-Meng Yan ku di warê vîrûsan de pispor e, ji ber daxuyaniyên xwe ji Çînê çûbû Amerîkayê, di daxuyaniya xwe ya herî dawî de dibêje: ‘‘Çîn berî belavbûna vîrûsa Koronayê hemû rastî dizanîbû.’’

Dr. Li-Meng Yan dibêje, belgeyên girîng di destê wê de hene ku vîrûsa Koronayê ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin û di demeke nêz de raporta xwe belav dike.

Pispora Çînî eşkere dike û vîrûsa Koronayê li taqîgeheke Wuhanê hatiye çêkirin.

Herwiha destnîşan dike: "Hikûmeta Çînê hemû zanyariyên min jêbirine û derbarê min de îdiayên nerast belav dike".

Di meha Berfanbara sala 2019an de, yekem haleta Koronayê (Covid-19) li Çînê hat dîtin û heta niha nêzîkî milyonek kes ji ber vê vîrûsê can dane.