Donald Tusk: Reagen di gora xwe de zivirî

08 February 2024 18:12 0 dîtin
Donald Tusk: Reagen di gora xwe de zivirî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk, ji ber Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmeya Ukraynayê red kir, yekem car di vê astê de DYAyê rexne kir.

Polonyaya ku piştî destpêkirina şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de deriyên xwe ji gelek welatiyên Ûkraynayê re vekir, di asta herî jor de bertekek tund nîşanî DYAyê da.

Tusk li Senatoyê redkirina pêşnûmaya şandina 60 milyar dolar alîkarî ya ku wê DYAyê wek piştgirî bida Ûkraynayê rexne kir û got: "Îro Reagen (Serokê berê yê DYAyê) di gora xwe de berovajî zivirî."

Tusk di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir de senatorên Komarî yên DYAyê rexne kir û wiha got:

“Senatorên delal ên Komarî yên Amerîkî, Ronald Reagan, ku alîkarî da bi mîlyonan Ewropiyan da ku azadî û serxwebûna xwe ji nû ve bi dest bixin, ji ber vê şikestê îro di gora xwe de berovajî ziviriye."