Donald Tusk: Ji Kurdan dixwazin ku radest bin û çekên xwe berdin
PeyamaKurd - Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk xwest ku Tirkîye operasyona dijî Sûrîyê demildest rawestîne.
Tusk li Brukselê ji çapemeniyê re diyar kir ku ew careke din bang li Tirkiyê dikin ku li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere û hêzên xwe yên leşkerî bi şûnde vekişîne.
Tuskî da zanîn ku li gor wî ti agibest nehatiye ragihandin û ser peymana agirbestê got ku ‘’Ji Kurdan dixwazin ku radest bin û çekên xwe berdin’’
Amerîka û Tirkiyê do Pêncşemê lrêkevtibûn ku li bakurê Sûrîyê agirbesta bo pênc rojan destpê bike. Li gorî ajansê navdewletî Tirkiyê îro jî êrîş biriye ser herêmên li bakurê Sûrîyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin