Li Zummarê Ereb dixwazin têkevin xaniyên Kurdan
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Zummara Herêma Kurdistanê Erebên hawirde bi zordestî dest danîne ser erd û xaniyên Kurdan û ji ber vê yekê li herêmê alozî derketiye.
Rêveberê nahiyeya Zummarê ya Neynewayê Ahmed Cefer jî vê yekê piştrast kir û da zanîn ku Erebên hawirde bi darê zorê dest daniye ser erd û xaniyên Kurdan.
Ahmed Cefer di axaftina xwe ya li gel Rûdawê de polîtîkayên dema rejîma Beasê bi bîr xistin û got:
“Rejima berê ya Iraqê di1974an de Kurdên hoza Hesiniyan ji gundê Berdiyeyê derxist. Di 1985an de jî dema Bendava Mûsilê hat avakirin, hinek gundên Kurdan di bin avê de man. Wê demê rejima beasê Ereban hanîn herêmê û ew bi cih kirin.”
Ahmed Cefer, amaje bi pêvajoya piştî rûxana rejîma Sedam Husên kir, da zanîn ku piştî 2003yan Pêşmerge vegeriyane herêmê û xelk jî careke din vegeriyane gundên xwe li malên xwe bi cih bûne û dom kir:
"Piştî van geşedanan Erebên hawirde jî ji herêmê derketin. Yek ji wan hozên li herêmê jî hoza Cêserî ya Cibûriyan bû. Ew li leşkergeha Domîzê bi cih bûn. Artêşa Iraqê doz li ser wan vekir ku divê ji wir derkevin, lê belê derneketin. Niha ew dibêjin em ê vegerin Berdiyeyê û hoza Hesiniyan jî hatina wan qebûl nake.”
“Pirsgirêk çareser nebûye”
Ahmed Cefer da zanîn ku parêzgarê Nînowayê ji bo çareserkirina pirsgirêka erd û malan lijneyek ku ew jî di nav de ye ava kiriye û got:
“Roja înê em bi parêzgarê Nînowayê re civiyan. Di civînê de nûnerên eşîra Hesinan dibêjin, ew erd ên bav û kalên wan in û tapoyên wan hene. Ereb jî dibêjin hikûmetê ew hanîne herêmê. Ji ber wê jî heta niha ew pirsgirêk çareser nebûye.”
Serokê Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Encûmena Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî ku bi xwe li ser wê babetê dixebite da zanîn ku pirsgirêk ji bilî xaniyan li ser 150 donim erd jî heye.
“Dest danîne ser erd û xaniyên hozên Kurdan”
Mihemed Casim Kakeyî bi bîr xist ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê ku Heşdî Şabî û artêşa Iraqê careke din herêmê dagir kirin û got:
Piştî dagirkirinê Heşdî Şabû û artêşê Kurdan ji herêmê derxistin û dest danîn ser erd û malên hozên Hesinî û Mîraniyan.”
Mihemed Casim Kakeyî, destnîşan kir ku parêzgarê Nînowayê biryar daye ku ji Bexdayê belge bên hanîn û xwediyên wan erdan ên rastîn bêne diyarkirin da ku pirsgirêk bihê çareserkirin.
Ahmed Cefer, di axaftina xwe de da zanîn ku piştî 16ê Cotmeha 2017an gellek Kurd ji herêmê derketini û careke din venegeriyan herêmê û hişyarî da ku malên wan vala ne û Ereb jî dixwazin bikevin malên wan.
Ahmed Cefer got: "Pirsgirêka herêmê ne li ser zeviyan e, pirsgirêk li ser 200 xaniyên wan Kurdan e.
Gundê Berdiyeyê nêzîkî 300 mal in û li ser Zummarê ye.
Li gorî Destûra Iraqê ew herêm dikeve ber Madeya 140î ya Destûra Iraqê û nakokî li ser hene.
Zummar jî li ser navçeya Telaferê ya Nînowayê ye.
Hejmara şêniyên wê nêzîkî 150 hezar kesî ye û ji Kurd û Ereban pêk tê.
Nêzîkî 80 gundên wê hene. Nîvê ji gundan ên Ereban in û nîvî jî yên Kurdan in.
Her wiha 7 gundên nahiyeyê di çarçoveya guhertina demografiyê de bi nahiyeya Rabîayê ve hatine girêdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin