Serokê Polonyayê Donald Tusk got ku wê li ser sînorê Belarûsê ewlehiyê zêde bike

11 May 2024 23:07 0 dîtin
Serokê Polonyayê Donald Tusk got ku wê li ser sînorê Belarûsê ewlehiyê zêde bike

PeyamaKurd – Serokê Polonyayê Tusk ragihand ku wê li ser sînorê welatê Belarûsê hêzên ewlehiyê zêde bikin ji ber Belarûs hevkarê Rûsyaye û hem di derveyê qanûnan de koçberan derbas dike nav Polonyayê.

Tusk, ragihandina xwe di wexta ku bi hêzên asayîşê leşker û polîsên ser sînorê Polonyayê û Belarûsê re civiya kir. Tusk got ku Polonya ne tenê li herêmê lê li ser xetta herî dûr ya rojhilatê Yekîtiya Ewrûpaye û dewam kir:

“Ez bawerim wê temamê Ewrûpayê ji bo ewlehiya sînor veberhênanê bike û hem, ev ewlehiya wan bi xwe ye. Kesên ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê direvin, her roj zêdetir dibin û sînorê me derbas dikin. Belarûs ji bo koçber derbasî Polonyayê bibin wan teşwîq dike û ‘Şerê Hibritê’ dijwar dike.”