Polonya: Donald Tusk ji bo Serokwezîriyê hate rayedarkirin

12 December 2023 14:25 0 dîtin
Polonya: Donald Tusk ji bo Serokwezîriyê hate rayedarkirin

PeyamaKurd – Parlamentoya Polonyayê ji bo sazkirina hikûmeta nû ya koalîsyonê Serokwezîrê berê Donald Tusk rayedar kir.

Hikûmeta nû wê roja Çarşemê li koşka serokomariyê bi pesendkirina Serokomar Andrzei Duda û bi sond xwarina Donald Tusk saz bibe.

Bi vî awayî wê serdema desthilatdariya Partiya Hiqûq û Dadê ya neteweperest (PiS) bi dawî bibe. PiS di dema 8 salên desthilatdariya xwe de ji Yekîtiya Ewropayê (YE) re gellek nakokî derxistibû û ev bûbî sedema gazinên berpirsên YE.

Koalîsyona navendî ya Tusk di hilbijartinên Cotmehê de zêdetirîn paralamenter bi dest xistbûn lê heta niha nekarîbû hikûmetê pêk bîne.

Donald Tusk di derbarê mijarê de got, "Em li ser rêzek tedbîran dixebitin ku heya ji dest me tê em ê Polonyayê vegerînin serwerîya hiqûqê."