Doz li wan mamosteyên heqaret li Kurdî kiribûn hat vekirin

25 July 2022 19:33 0 dîtin
Doz li wan mamosteyên heqaret li Kurdî kiribûn hat vekirin

PeyamaKurd – Doz li wan 4 mamosteyên jin ku li navçeya Qereyazî ya Erzerom a Bakurê Kurdistanê, 4ê Gulanê wêne li ber tabelaya bi Kurdî girtibûn û heqaret li zimanê Kurdî kiribûn hat vekirin.

Baroya Diyarbekirê di 5ê Gulana 2022an de ji ber parvekirinên nijadperest ên 4 mamosteyên Tirk ku di hesabên xwe yên medyaya civakî de heqaret li Kurdî kiribûn ji bo lêpirsînê serî li Serdozgeriya Komarê ya Qereyaziyê dabû. Baroyê îro Duşemê ragihand ku doz li 4 mamosteyan hatiye vekirin.

Baroya Diyarbekirê diyar kir, “Li 4 mamosteyên ku me ji ber parvekirinên wan ên nijadperest ên li ser hesabên medyaya civakî ku heqaret li Kurdî kiribûn ji bo lêpirsînê sêrlêdan kiribû, bi tawana "ji ber cudahiya çîn, nijad, ol, mezheb, zayend û herêmê; eşkere heqaret li beşeke gel kirine" doz hat vekirin.”

Mamosteyên bi navên; B.G.E, N.U, H. û Berfu Kati yên Dibistana Seretayî ya Karşiyaka ya navçeya Qereyazî ya Erzeromê 4ê Gulana 2022yan li ber tabelaya, "Hûn bi xêr hatin" a bi Kurdî û Tirkî ya ketina Qereyaziyê wêneyên; "Li aliyê din ê tabelayê hûn bixêr hatin hatiye nivîsandin lê tevgera me ji bo wê zelal e" girtibûn û li ser medya civakî belav kiribûn.

Piştî parvekirina wan li ser medya civakî bertek û nerazîbûn hatibûn nîşandan û piştre Qeymeqamtiya Navçeyê û Rêveberiya Perwerdeya Millî ya Navçeyê derbarê wan mamosteyan de lêpirsîna edlî û îdarî dabû destpêkirin.