Dr. Berzincî: Di salekê de zêdetirî 13 milyon testên nexwesiyan hatin kirin

31 March 2022 18:10 0 dîtin
Dr. Berzincî: Di salekê de zêdetirî 13 milyon testên nexwesiyan hatin kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, îro 31ê Adarê eşkere kir ku di salekê de li Herêma Kurdistanê zêdetirî 13 milyon testên naxweşiyên cuda hatine kirin.

Dr. Saman Bezincî di Kongreyeke Bijîşkî ya li Hewlêrê de ragihand, di salekê de zêdetirî 13 milyon testên naxweşiyên cuda li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Wezîrê Tenduristiyê got, sektora tenduristiyê ya hikûmetê xwedî kelûpelên baş e û dikare xizmetên bijîşkî yên baş pêşkêşî welatiyan bike.

Berzincî diyar kir, rêkeftinên Wezareta Tendirustiyê ligel fakulteyên bijîşkî yên zanîngehan hene ji bo bi berdewamî piştevaniya taqîgehan bikin û baştirîn xizmetguzariyên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş bikin.