Dr. Fauci: Dibe ku vîrusa Korona tu carî ji holê ranebe
PeyamaKurd – Pisporê nexweşiyên enfeksîyonê yê Amerîkî Dr. Anthony Fauci do diyar kir, dibe ku vîrusa Korona tu carî ji holê ranebe û dê ev rewş "piraniya cîhanê" di qonaxa pandemiyê de bihêle.
Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Fauci ev daxuyaniya di preskonferanseke ser pandemiya vîrusa Korona li Qesra Spî ragihand.
Fauci da zanîn: "Bi rastî têkbirina vê vîrûsa pir veguhêzbar, wê pir dijwar be, herî kêm di demeke nêz û dibe ku carî jî."
Pisporê nexweşiyên enfeksîyonê eşkere kir: "Piranîya cîhanê" hîn "di qonaxa pandemiya belavbûnê de ye" lê "niha di asta leza belavbûna bûyerên nû de kêmbûn tê dîtin."
Fauci herwiha destnîşan kir, pisporên tenduristiyê "li rekên di astekê de kontrolkirina vîrusê digerin ku rê li ber jiyaneke rojane ya nêzî pîvanên normal vebibe."
Hevdem, wî diyar kir bi derzîlêdanan dibe ku astek baş ya kontrolê were bidestxistin û ew hêvî dike ku di dawiyê de bûyerên rojane yên nû "bi gelemperî ji 10.000'an kêmtir bin."
Herî dawî wî bi bîr xist ku li Amerîka hîn nêzîkî 66 milyon mirov derzî li xwe nedane.
Navenda Çavkaniya Vîrusa Korona ya Zanîngeha Johns Hopkins eşkere dike, Amerîka di mirinên ji ber vîrusa Korona de, hîn jî pêşengiya cîhanê didomîne. Bi zêdetirî 717.000 mirinan û bi tevahî nêzî 44.6 milyon bûyeran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin