WHO: Vîrusa Koronayê li hemû cîhanê kêm dibe

02 February 2021 13:33 0 dîtin
WHO: Vîrusa Koronayê li hemû cîhanê kêm dibe

PeyamaKurd – Bi dauyaniyekê Serokê Rêxistina Tendurustiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom diyar kir û got: “Vîrusa Koronayê li hemû cîhanê kêm dibe û di 3 hefteyên borî de hejmara pêketiyan li hemû cîhanê kêm bûye.”

Tedros Adhanom da zanîn: “Ev agahiyeke dilxweşker e û wê yekê îsbat dike ku em dikarin vîrusê kontrol bikin.”

Adhanom eşkere kir: “Sê hefteyên li pey hev, hejmara pêketiyên Covid-19ê li hemû cîhanê kêm bûye. Lê belê hêj çend welat hene ku hejmara pêketiyan zêde dibe, ligel vê yekê jî eger em li ser asta cîhanê hejmaran werbigrin, agahiyeke xweş û hander e.”

Serokê Rêxistina Tendristiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom destnîşan kir: “Ev daketina rêjeya pêketina Koronayê wê yekê îsbat dike ku tevî derketina nifşê nû yê vîrusê jî, em dikarin vîrusê kontrol bikin.”

Herwiha Tedros Adhanom diyar kir: “Par me dît, welatên ku hejmara pêketiyên wan kêm bû, qedexeya çûnûhatinê rakirin û jiyana xwe asayî kirin, rêjeya pabendbûna xelkê jî kêm bû û piştre vîrus car din vegeriya.”