Dr. Saman Berzencî: Emê êdî li nav xelkê de dest bi têstên koronayê bikin
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê ragihand, êdî ewê li nav xelkê de dest bi têstên Koronayê bikin da ku piştrast bibin êdî vîrus li nav xelkê de nemaye.
Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî ji çapemeniyê re got, ev çar roj in ti kes bi vîrusa koronayê (Covid-19)nekriye û tevahiya têstên ku hatine kirin jî, negatîf bûne.
Dr. Saman Berzencî her wiha got, di heyama çar rojan de 5 hezar û 46 têst hatine kirin, hemû jî negatîf bûne.
Wezîrê tenduristiyê Dr.. Berzenî da zanîn, êdî tîmên tenduristiyê yê li nav xelkê de dest bi têstan bikin da ku bi temamî piştrast bibin ku vîrus nemaye.
Bi gotina wezîrê tenduristiyê, heta niha jî metirsiya vîrusa Koronayê (Covid-19) maye ji ber wê jî bila her kes pêbendî şîretên tenduristiyê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin