Du grûb li hev xistin û di encamê de 3 kes birîndar bûn

20 July 2024 21:17 0 dîtin
Du grûb li hev xistin û di encamê de 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê di navbera du grûban de pevçûn derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan xedare.

Bûyer, seet li dora 18.00an de li taxa Îskender çêbû. Di serî de her dû grûb munaqeşe kirin û paşî bi kêran li hev xistin. Di pevçûnê de bav û kur İ.K. û B.K. û E.Ç. birîndar bûn.

Polîs û tîmên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê, birîndarên bav û kur birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Meletiyê û birîndarê din birin navneda tibê ya Turgut Özalî.

Jiyana birîndar B.K. di talûkê de ye û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.