Du malbat lihev xistin: 7 birîndar, 17 binçavkirin
PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeya Bozhewayê (Bozova) di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de birîna yekî xedar e. Di şer de agir berdan dukkan û kargehên malbata li hember. Polîs 17 kesan xiste binçav.
Şer, li dora nîvro, di navbera du malbatên ku navbera wan nexweş bû, çêbû. Her dû malbat di zivistanê de şer kiribûn û nexweşî ketibû navbera wan. Piştî şerê navbera wan, polîs û cendirme ketin navbera wan û şer dan rawestandin. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û mudaxeleyê birîndaran kirin. Paşî wan sewqkirin bo nexweşxaneyên cuda.
Nexweşxaneyên ku birîndaran şandine wan, ji aliyê polîs û cendirmeyan de tên parastin. Taxa ku bûyer lê çêbû jî, ji aliyê hêzên asayîşê de tê parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin