Du otomobîl qeza kirin: 1 mirî û 2 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navça Golbaşiyê du otomobîl lihev ketin û di encamê de kesekî wefat kir û 2 kes giran birîndar bûn. Ajotvanê otomobîlekî Mustafa Burak (61) bi otomobîla ku navê ajotvanê wê nehat zanîn re lihev ketin.
Li ser qezayê tîmên AFAD ê, îtfaiye û tenduristiyê li ciyê bûyerê birîndarên di erebê de asê man wan ji erebeyan derxistin. Mustafa Burak li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Delal Yavuz giran birîndar bû û bi ajotvanê otomobîla din re wan birin nexweşxana Pazarcıkê ya dewletê.
Cenazê Mustafa Burak birin morga nexweşxana dewletê ya Gölbaşiyê ji bo otopsiyê. Lêpirsîna qezayê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin