Li Kerkûkê polîsên ji dengdanê vedigeriyan qeza kirin: 29 mirî û birîndar hene

08 October 2021 15:00 0 dîtin
Li Kerkûkê polîsên ji dengdanê vedigeriyan qeza kirin: 29 mirî û birîndar hene

PeyamaKurd - Wesayîta polîsên federalî yên Iraqê ku ji bo dengdana taybet a hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê ketibûn rê qeza kir û 29 polîs bûn qurbanî ku hejmara mirî û birîndaran hîn zelal nebûye.

Hat ragihandin ku Îro 8ê Cotmehê li ser rêya serekî ya navbera Kerkûk-Hewîce, bûyereke trafîkê di navbera otomobîleke leşkerî û mînîbusekê de rû daye û di encamê de 29 birîndar û mirî hene.

Li gorî ragihandina Berpirsê Fermangeha Gihandin û Ragihandina Kerkûkê Merwan Anî kesên di bûyerê de can dane yan jî birîndar bûne, polîsên Lîwaya 8 a Firqeya 5 in û di dema vegera ji binkeyên dengdanê bo baregeha lîwaya xwe qeza kirine.

Herwiha hat diyarkirin ku di nava qurbaniyan de efser jî hene û heya niha hejmarek ji polîsan can dane ku hêj hejmara wan nayê zanîn û niha hêzên ewlekariyê ji bo lêkolînê çûne cihê bûyerê.