Duhok | Agir bi kampa koçberên Singalê ket

17 June 2022 18:07 0 dîtin
Duhok | Agir bi kampa koçberên Singalê ket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 17ê Hezîranê, li qezaya Şêxan a parêzgeha Duhokê agir bi kampeke koçberên Şingalê ket û gelek çadir şewitîn.

Li gorî zanyariyan, îro Înê, li sînorê qezaya Şêxanê agir bi kampa Îsiyan a koçberên Şingalê ket ku piştî şewatê bi demekê tîmên agirkujiyê gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.

Hat zanîn ku ti ziyaneke canî di şewatê de çênebûye, lê ji ber şewitîna hejmarek çadiran ziyana madî çêbûye.

Li Kampa Îsiyan a koçberên Şingalê li sînorê 12 hezar500 kes dimînin û 3 hezar zêdetir çatir hene.