Li Duhokê agir bi kampeke koçberên Singalê ket
PeyamaKurd – Îro Yekşemê danê sibehê agir bi kampa Xankê ya koçberên Şingalê ya li nehiya Sêmêlê ya Duhokê ket û ziyanên madî çêbûn.
Berpirsê koç û koçberan û bersivdana krîzan li Duhokê Pîr Deyan derbarê şewatê de ragihand ku îro danê sibehê agir bi kampa Xankê ya awareyên êzîdî ketiye û hejmarek konên koçberan şewitîne.
Hat diyarkirin ku şewat ji ber temasa elektirîkê rû daye û 7 çadirên koçberan şewitîne.
Agirê kampê bi temamî hatiye kontrolkirin, lê bi xwe re tenê ziyanên madî aniye û tê çaverêkirin ziyanên koçbean werin qerebûkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin