Li Zaxoyê agir bi kampeke koçberên Singalê ket
PeyamaKurd - Li navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê îro agir bi Kampa Çemişko ya koçberên Kurdên Êzidî ket û di encama şewatê de heta niha 20 konên li kampê şewitîne.
Rêveberê Kampa Çemişko ya li Zaxoyê, Meimûn Ebdî re ragihand, “agirê li kampê derdora saet 06:30ê îro serê sibê derket û di encama agirpêketinê de, 20 konên awareyan şewitîne.”
Rêveberê Kampa Çemişko herwiha diyar kir, “di encama şewatê de ti zirarên canî nebûne, lê zirareke mezin a madî gihîştiye kampê.”
Bi gotina Meiûn Ebdî, tîmên berevaniya sivîl û agirvemirandinê, mijûlî kontrolkirin agir in û di demeke nêzîk de agir dê were kontrolkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin