Li Zaxoyê agir bi kampeke koçberên Êzidî ket

12 September 2020 16:33 0 dîtin
Li Zaxoyê agir bi kampeke koçberên Êzidî ket

PeyamaKurd – Li Zaxoyê agir bi kampeke koçberên Êzidî ket û çend konên wan şewitîn.

Li gor Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Sivîl li Duhokê Bêwar Ebdulezîz diyar kir, îro danê sibê agir bi kampa Bêrsivê ya koçberên Êzidî li Zaxoyê ket.

Ebdulezîz destnîşan kir, di wê rûdanê de, ji ber temasa elektirîkê qewimiye, 2 kon şewitîn û ziyanek mezin gihîşt wan.

Ji ber şewatê tiştek bi koçberan nehatiye, lê ziyanek mezin gihîştiye kon û tiştên wan.

Di 10 rojên borî de, ev cara çaremîn e agir bi kampên koçberan yên li Zaxo dikeve. Di encama wan şewatan de, herî kêm 40 kon şewitîne.