Wezareta Koçberan: 375 koçberên Êzidî ji Zaxoyê vegeriyan Singalê

13 November 2023 19:54 0 dîtin
Wezareta Koçberan: 375 koçberên Êzidî ji Zaxoyê vegeriyan Singalê

PeyamaKurd - Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê eşkere kir ku ji wargeha koçberan a Zaxoyê 375 koçberên Kurdên Êzidî bi dilxwazî vegeriyane ser cih û warê xwe yên li Şengalê.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku 375 koçberên Êzidî ji wargeha Persef Yek ya li bajarokê Zaxo yê Herêma Kurdistanê, bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku proseya ji bo vegerandina penaberên di wargehan de dewam dike, ji bo kesên vedigerin ser cih û warên xwe pêdawîstiyên bingehîn tên dabînkirin.