Duhok | Zêdetirî 200 malbatên Singalê yên çûbûn Singalê careke din vegeriyan kampan

03 November 2021 22:01 0 dîtin
Duhok | Zêdetirî 200 malbatên Singalê yên çûbûn Singalê careke din vegeriyan kampan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku zêdetirî 200 malbatên Şingalê yên beriya niha vegeriyabûn Şingalê, careke din aware bûne û vegeriyane kampan.

Berpirsê karûbarên koç û koçberên Iraqê li parêzgeha Duhokê Eskender Mihemed Emîn daye xuyakirin, li Duhokê 16 kampên awareyan hene û hîn nêzîkî 27 hezar malbat di nav wan de dijîn ku piraniya wan jî xelkê Şingalê ne.

Eskender Mihemed Emîn gotiye, vê havînê zêdetirî 200 malbatên Şingalê çûbûn ser cih û warê xwe lê ji ber xirabiya rewşa ewlehiyê dîsa vegeriyan kampan.

Herwiha da zanîn, ew kesên ku ji bo çandiniyê jî çûbûn Şingalê dîsa vegeriyan û xelkê Şingalê bi temamî bê hêvî bûne ji bo vegera Şingalê.

Eskender Mihemed Emîn behsa rêkeftina Şingalê jî kir û diyar kir,  xelk li bendê ne rêkeftina Şingalê ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê hatiye îmzekirin, were bicihanîn û hêzên Pêşmerge jî vegere Şingalê, paşê ew dikarin vegerin ser cih û warê xwe.

Emîn daye zanîn, ti biryarek ji bo girtina kampan nîne û ti kes jî zorê li awareyan nake da ku kampan vala bikin. Ew awareyên ku bixwazin vegerin ser cih û warê xwe, milyonek û pêncsed hezar dînar alîkariya wan tê kirin.