Duhok: Çemê Xabûrê, ji %40 kêm bûye
PeyamaKurd- Rêveberên Qada Avê yên Duhokê ragihand ku li navçeya Zaxoyê, ji ber hişkesaliyê, ava Çemê Xabûrê ji %40 kêm bûye. Hat ragihandin ku ji bo av kêmtir nebe, plansazî tên kirin.
Gerînendeyê Karên Avê yê Zaxoyê Selman Sindî ragihand ku di mehên tebaxê yên salên 2020 û 2021ê de ava Çemê Xabûrê, 56 santîm bûye lê îsal hîn bêhtir e û daketiye 34 santîman.
Sindî di agahiyên ku parvekirin de got,” Di nav 2 salên dawîn de ava çemî ji %40 kê bûye. Ji ber vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê plansazî dike ku yek ji bendavan li gundê Barholî yê navçeya Batîfa ya ser bi Zaxoyê ve bê çalakkirin.”
Bandor dê li ava vexwarinê jî bibe
Gerînendeh Sindî da zanîn ku ji bo av kêmtir nebe, dê venêrîn were kirin. Li gorî daxuyaniya Sindî da, kêmbûna ava çemî, bandorê li ava vexwarinê jî dike û heger ev bendav were çêkirin, dê ev pirsgirêk ji holê rabe.”
Çemê Xabûrê, 160 kîlometir dirêj e û di ber 47 gundên ser bi Zaxoyê ve diherike û dirije nav Çemê Dîcleyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin