Duhok | Ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çalakiyên Roja Cîhanî ya Penaberan

20 June 2021 14:22 0 dîtin
Duhok | Ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çalakiyên Roja Cîhanî ya Penaberan

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) îro Roja Cîhanî ya Penaberan li nav sînorê parêzgeha Duhokê çend çalakîyên hunerî di kampên penaberan de birêve birin.

Rêveberê ofîsa Duhokê yê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî Ebdulwahid Emîn ragiahand, îro 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberan wan di kampa Domîz de çend çalakî pêkanîn, ku penaber di vê rojê de kêfxweş û dilxweş bin.

Rêveberê ofîsa Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî got: “Tişta em bikarin wek Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî  bikin emê di xizmeta penaberan de bin û em nahêlin ew wisa hest bikin ku ew li erd û cihên xwe dûr ketine. Hêvîdarim aramî bo navçeyên wan wegere û bikarin wegerin ser cihên xwe.”