Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand 400 malbatan li Duhokê

19 March 2020 20:58 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand 400 malbatan li Duhokê

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya mirovî gihand 400 malbatên lêqewimiyên lehiyê li parêzgeha Duhokê.

Rêveberê ofîsa bersivdana krîzan li parêzgeha Duhokê Menal Mihemed Fuad ji BasNewsê re ragihandiye ku li parêzgeha Duhokê baranên tund barîn û bêhtir navenda Duhokê û qezayên derdorê ziyan gehîştine wan.

Hat diyarkirin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hawara kesên ziyan gehîştîye wan de çû û hejmarek tiştên xwarin û pêwîstiyên nav malê li ser wan malbatan belav kir.

Fuad da zanîn, her malbatekî ji aliyê qaymeqamiya Duhokê wek ziyan gehîştî hatiye tomar kirin, alîkarî gehîştiye wan û dibe ev alîkarî heta sibehê jî berdewam be, ku hemû malbat jî alîkarî bigihe wan.