DYA: Hêrisa Îsraîlê ya Refahê xêzên sor derbaz nekir, pistgirî didome

29 May 2024 13:56 0 dîtin
DYA: Hêrisa Îsraîlê ya Refahê xêzên sor derbaz nekir, pistgirî didome

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hêrişên Îsraîlê yên li dijî Refahê xêzên DYA yên sor derbaz nekirine û DYA wê piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê bidomîne.

Berdevkê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rûtîn de anî ziman ku DYA hê jî nafikire ku heta niha li Refahê operasyoneke bejayî ya berfireh heye û got: “Em naxwazin bibînin ku Îsraîl bi hêzeke mezin a leşkerî Refahê têk bibe. Em wiha bawer dikin ku em hîna nehatine wê qonaxê.”

Kirby diyar kir ku heta niha operasyoneke mezin a bejayî pêk nehatiye û dom kir: Tangên Îsraîlê, weke ku ji me re ragihandin, bi mebesta ku li ser Hemasê zextê pêk bînîn, bi ser korîdoreke taxên derdora bajêr bi pêş ve diçin.”

Di domîna hêrişên Îsraîlê yên li dijî Refahê yên sê hefteyên dawî de, piştî hêrişa esmanî ya roja Yekşemê ku bû sedema şewata kampeke koçberan û 45 kesan tê de canê xwe ji dest dan, hêrs û şermezarkirina gellek welatên cîhanê jî bi xwe re hanî.

Rêvebiriya DYAyê gelek caran hişyarî da Îsraîlê ku ew li dijî destpêkirina hêrişeke leşkerî ya mezin a li dijî Refahê ne.

Serokê DYAyê Joe Biden vê mehê bi aşkere Îsraîlê hişyar kir ku eger hêzên Îsraîlê bêyî planeke pêbawer a ji bo parastina sivîlan, li dijî Refahê hêrişeke bejayî ya mezin pêk bînin, wê DYA alîkariya çekan a ji Îsraîlê re rawestîne.