DYA: Helwesta me ya di derbarê Rojava de neguheriye

25 January 2024 14:58 0 dîtin
DYA: Helwesta me ya di derbarê Rojava de neguheriye

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Matthew Miller, di daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn de bersiva pirsên di derbarê êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê da.

Miller di derbarê êrîşên Tirkiyê de got, “Helwesta me ya li hember Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) nehatiye guhertin. Em piştgiriya xetên agirbestê didomînin. Em banga kêmkirina tûndiyê dikin."

Matthew Miller diyar kir ku ji bo DYAyê li Sûriyeyê dabînkirina aramiyê pêwîst e û xwest ku hemû alî rêz li herêma agirbestê bigirin.

Miller diyar kir ku wan bang li aliyan kiriye ku li dijî çareseriya siyasî nebin jêdera aloziyan û got: "Divê ev dever bêne parastin û çalakiyên tûnd ên leşkerî bêne kêmkirin."

Piştî ku Partiya Karkerên Kurdistanê di 12ê Çileyê de li Herêma Kurdistanê li dijî hêzên Tirkiyeyê êrîş pêk anî û 12 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin, Tirkiyeyê li dijî navendên binesaziya hizmetên civakî yên Rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşên asmanî kir.