PDK: Helwesta me neguheriye, em lîsteyan pêskesî komîsyona hilbijartinê nakin

31 March 2024 12:19 0 dîtin
PDK: Helwesta me neguheriye, em lîsteyan pêskesî komîsyona hilbijartinê nakin

PeyamaKurd - Endamê Polîtburo û Berpirsê Buroya Rêxistina Duhokê ya PDKê Serbest Lezgîn ragihand, helwesta PDKê nehatiye guhertin û ew tekezî li ser dawî daxuyaniya Polîtburoya xwe dikin û ew bi vî şêweyî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nabin.

Îro 31ê Adarê ji bo pêşkeşkirina partî, hevpeymanî û lîsteya namzedan bo Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê roja dawî ye.

Serbest Lezgîn li ser helwesta PDKê got: “Me ji komîsyonê daxwaz nekiriye ku mohletê dirêj bike, em lîsteya namzedên xwe jî radestî Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê nakin.”

Lezgîn got: “Biryarên dawî yên Dadgeha Federalî ya rakirina kursiyên kotayê û mijara mûçeyên karmendan; bi tevahî li dijî qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ne û armanca wan lawazkirina vê qewareya destûrî ye, lewma em wan red dikin.”

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî ragihandiye, dema wergirtina lîsteya namzedan nayê dirêjkirin. Ti kesî bi fermî daxwaza paşxistina xula şeşemîn a Hilbijartinên Parlametoya Kurdistanê ji wan nekiriye. Ew bi biryar in ku hilbijartin di 10ê Hezîranê de bê kirin.

Herwiha Cumana Xelayî gotiye, PDK û YNKê heta niha lîsteyên xwe yên ji bo hilbijartinên xula şeşem a parlamentoyê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan nekirine.