DYA li Yemenê li 15 ciyên Hûsiyan xist

04 October 2024 23:19 0 dîtin
DYA li Yemenê li 15 ciyên Hûsiyan xist

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku li Yemenê li 15 ciyên ku di destê Hûsiyên bi desteka Îranê de ne, xist. Armanca êrîşê şikandina şiyanên leşkerî yên Hûsiyane û zêdekirina ewlehiya ava navdewletiye.

Li aliyekî Îsraîl li Lubnanê li Hîzbûllahê dixe û li aliyê dinê li Xezayê bi Hamasê re şer dike. Ji ber Hûsî destekê didin her dû hêzan, ji bo li Yemenê desteka Hûsiyan ya ji bo Hamas û Hîzbûllahê qels bibe, DYA êrîşê dibe ser Hûsiyan.

Ji ber tirsa Hûsiyan ku nahêlin keştiyên bazirganî di ava navdewletî de herin, DYA û hemkarên wan di nav xwe ji bo mijarê sehl bikir koalîsyonekî ava kiribûn.