DYAyê beseke din a çek û cebilxane sande Rojava

18 August 2024 21:36 0 dîtin
DYAyê beseke din a çek û cebilxane sande Rojava

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku bi gotin û çalakiyên xwe nîşan dide ku ew bi biryar e hebûna xwe ya leşkerî ya li Rojhilata Navîn bidomîne, 40 barhilgir çek, cebilxane û alavên lojîstîkî arasteyî baregeha xwe ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê jêderekî leşkerî yê ji Rojavayê Kurdistanê hate dayîn de hat ragihandin ku DYAyê bi karwaneke ku ji 40 barhilgiran pêk tê çek, cebilxane û alavên lojîstîkî ji Iraqê arasteyî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Jêderê leşkerî destnîşan kir ku di demên dawî de arastekirina çek û cebilxane ya DYA ya ji van Iraq ber bi Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û got:

“Hêzên DYAyê karwaneke leşkerî ya ji 40 balgihgiran pêk tê ku alavên lojîstîk, çek, cebilxane û tankerên sotemeniyê hildigirtin ji Iraqê derbazî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kirin.”