Efrîn | 3 welatiyên Kurd hatin revandin

19 October 2023 09:35 0 dîtin
Efrîn | 3 welatiyên Kurd hatin revandin

PeyamaKurd –  Li Efrînê komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, 3 welatiyên Kurd revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporekê de belav kir, çekdarên koma “Polîsê Azad” roja 15ê Cotmehê xortê bi navê Xelîl Omer Xelîl ê ji gundê Qirogolê li rêbenda bajarê Efrînê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan eşkere kir, çekdarên koma “Polîsê Sivîl” roja 13ê Cotmehê welatiyê bi navê Mihemed Hespîro li bajarê Efrînê revand û çarenivîsa wî jî heta niha ne diyar e.

Di berdewamiyê de eşkere kir, çekdarên “Polîsê Azad” ji roja 10ê Cotmehê ve xortê bi navê Sîwar Hemdî li bajarê Efrînê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.