Efrîn | Çekdaran 90 darên zeytûnan û 50 darên hinaran birîn
PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê komên çekdar û artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, çekdaran 90 darên zeytûnan û 50 darên hinaran birîn.
Li gorî ragihandina malpera Afrin Postê, li gundê Xirêbê Şeran ê navçeya Şerayê, çekdarên bi ser Tirkiyê ve 90 darên zeytûnan yên li zeviyê welatiyê Kurd Ebdilrehman Mihemed birîn.
Herwiha hat diyarkirin ku li gundê Birc Ebdela jî çekdaran 50 darên hinaran birîn, lê xwedîyê darên hinaran li ber xwe daye û nehiştiye hemû darên wî bên birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin