Efrîn | Çekdarên ser bi artêsa Tirkiyê ve 6 sivîl revandin
PeyamaKurd – Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, li gundekî Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, 6 kesên sivîl revandin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê belav kir, koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 6ê Mijdarê, Ebdo Ehmed Elîko û Ciwan Hikmet Silko yên gundê Îska revandin.
Rêxistinê da zanîn, Ebdo Ehmed Elîko û Ciwan Hikmet Silko, dema berhemên çandiyê ji gund dibirin bazara Efrînê, li rêbenda Tirindê hatin revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan eşkere kir, roja 3ê Mijdarê hêzek ji koma “Polîsa Azad” ji bajarokê Mariê yê ser bi Ezazê ve derbasî gundê Kosa yê Efrînê bû û xortê bi navê Xebat Mislim Bekir revandin.
Herwiha da zanîn, ev cara sêyem e, komên çekdaran Xebat Mislim Bekir bi tohmeta ku pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re hebû, direvînin, her carê jî fidyê jê distînin û berdidin.
Roja 7ê Mijdarê jî, koma Polîsa Azad roja xortê bi navê Mistefa Ednan Şêx Sadiq bi tohmeta ku pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re hebû ji bajarê Efrînê revand.
Grûpa Feyleq El-Mecid ji roja 4ê Mijdarê ve Muxtarê gundê Kêla Husên Beyrem ji ber wî red kir 300 tenekeyên zeytê ji gundiyan kom bike, revandiye.
Muxtarê gundê Kêla Husên Beyrem ji ber wî red kir baca 300 tenekeyên zeytê ji gundiyan kom bike û bide çekdarên Feyleq El-Mecid, çekdaran ew ji roja 4ê Mijdarê ve revandiye û çarenivîsa wî ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê eşkere dike, komên çekdaran bi armanca stendina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tohmetbar dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin