Efrîn | Koma çekdar a bi navê Sultan Murad 5 welatî revandin
PeyamaKurd – Koma çekdar a bi navê Sultan Murad ku Tirkiye piştevaniya wê dike, bi armanca standina fidyê, 5 welatiyên Efrînê revandin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, koma Sultan Murad ji roja 31ê meha borî ve, 4 xort gundê Sêmalka yê li navçeya Mabeta revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Ebdulrehman Sîdo, Aras Mihemed Yûsif, Şiya Gulgul Sîdo û Yûsif Mihemed Betal.
Hat ragihandin, çekar wan xortan bi tohmeta ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû tohmatbar dikin, ta ku fidyê ji wan bistînin.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirova da zanîn, koma Polîsa Leşkerî ji roja 26ê meha borî ve, bi armanca standina fidyê welatiyê bi navê Ebdo Henan ji bajarê Efrînê revandiye û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.
Di 18ê Adara 2018an de Tirkiye û komên çekdar ên ser bi wê ve, Efrîn dagir kirin. Li gor zanyariyên çalakvanan jî, dora 7 hezar welatiyên Kurd li Efrînê hatine revandin û çarenivîsa beşek mezin ji wan hînê ne diyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin