Efrîn | Li ser erdên Kurdan ji bo 600 malbatên çekdaran xanî hatin avakirin
PeyamaKurd – Guhertina demografiya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, berdewam dike û herî dawî jî wargehek ji bo malbatên çekdaran li ser erdên kurdan hat avakirin.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn-Sûriye Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihandiye, komeleya bi navê Komeleya Destên Spî ya Kuweytî amadekariyan dike ji bo vekirina mêtîngeheke nû ya niştecîbûnê li gundê Besme yê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê û gotiye, armanc ji avakirina wê mêtîngehê ew e ku bibe cihê niştecîbûna malbatên hawirdekirî û malbatên çekdarên ser bi Tirkiyê ve.
Îbrahîm Şêxo daye zanîn: “Ew mêtîngeha Besme li ser zeviyekê hatiye avakirin, xwediyê wê, welatiyê bi navê Ziyad Hebîb e, ji xelkê gundê Şadîre yê ser bi nahiyeya Şêrawa ye. Rûbarê wê bi 10 hezar metre çargoşe tê texmînkirin. Berê jî li wê zeviyê nêzîkî 150 darên zeytûnan hebûn, lê çekdaran ew dar hil kirin.”
Hat diyarkirin ku dema xwediyê wê zeviyê Ziyad Hebîb nerazîbûna xwe nîşan daye çekdarên koma bi navê Feyleq El-Şam gefa kuştinê lê xwarine û ew neçar kirin ku bi bê beramber zeviya xwe ji wan re bihêle.
Herwiha komeleya bi navê Komeleya Destên Spî ya Kuwêtî jî li ser rûpela xwe ya fermî ya fecebookê ragihandiye: “Heşt avahiyên nû li gundê Besme hatine amadekirin, ji 125 şuqeyan pêk tên, û roja Sêşemê 29/03/2022an dema radestkirina wan şuqeyan e ji bo bêhtir ji 600 malbatê. Herwiha çêkirina 6 avahiyên nû berdewam e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin